Li bajarokê Xezlaniyê ê gundewarên Şamê qedexeya derketina derve hat raghandin.
Ev qedexe piştî derketina pevçûnên yên ser malan di navbera ciwanên Dêrazor û Şêniyên bajarokekî pêk hat.
Li bajarokê Xezlaniyeyê yê li gundewarê Şamê, pevçûnên dijwar derketin.
Ev yek bû sedema destwerdaneke ewlehiyê ya berfireh û qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Li gorî çavkaniyên Çavdêriya Sûriyeyî ya Mafên Mirovan (SOHR):
Bûyer li navenda bajarok bi nîqaşeke devkî ya di navbera du ciwanan de dest pê kir.
Paşê ev nîqaş di demeke kurt de veguherî şerekî bi kom ku tê de çek û bombe hatin bikaranîn.
Di encama pevçûnan de du ciwan bi giranî û sivikî birîndar bûn û di dema şer de otomobîlek şewitî.
Her wiha li bajarok êrîşên dualî li ser malên aliyên şer qewimîn.
Ev babet bû sedema zêdebûna rageşiyê û tirsa berfirehbûna pevçûnan da destpêkirin.



