Di êrişeke çekdarî ya li dijî erebeya wan de, yek jî endamekî Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî 2 kes li gundewarên rojhilatê Helebê hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihandin ku di êrişeke çekdarî ya li dijî erebeya wan de, 2 kes li bajarê Sifêra yê gundewarên rojhilatê Helebê hatin kuştin.
Li gorî SOHR‘ê, ji kuştiyan endamekî Firqeya 72‘an a wezareta parastinê ya hikumeta demkî ya ji eşîra Merdadatê ye û kesê pê re ku bi giranî bidîndar bibû, veguhestin nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest da.
Piştî êrişî hêzên ewlekariyê li herêmê seferber bûn û lêgerîna li êrişkaran dan destpêkirin.



