Kompanyay Projeyan a Îskender ji nû ve dest bi xebatên qîrkirina rêya Qamişlo-Dêrikê heta bi deriyê Sêmalkayê kir.
Li herêm ev proje ya herî mezin e.
Rûbera wê 100 kîlometre û kêmberiya wî 9 metre ye û keviyên rê jî hene.
Armanca ji projeyê, başkirina tora rêyan di navbera bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê, Dêrikê û girêdana wê bi deriyê Sêmalkayê re ye.
Par, şîrketê qata yekem a qîrê li ser 2 beşên rê temam kir; Lê ji ber şert û mercên hewayê û aloziyên ewlehiyê xebat rawestî.
Bi destpêka havînê re, carek din dest bi xebatê bû ku proje were temamkirin.
Niha xebatên kolandin û danîna 3 qatên ax û kevirên hûr tên kirin.
Piştre jî wê 2 qatên xîz werin reşandin, şerbeta qîrê werin lêkirin. Da ku piştre li ser 3 qonaxan were qîrkirin.
Rêveberê Şîrketa Projeyan a Îskender Xelîl Elî diyar kir kir ku proje li gorî plana hatiye danîn, piştî derbaskirina astengiyên berê hatibûn ferzkirin, dewam dike.



