Gelê bajarê Hesekê jî ji ber bilindbûn û nebûna sotemeniyê, di xwepêşandanê de bûn.
Gel rawestandina jeneretorên ambêran ji kar û qutbûna berdewam a elektirîkê protesto kir.
Gelê Hesekê daxwaza başkirina rewşên debar û xizmetguzariyê dikin.
Şêniyên Hesekê li Çerxerêya Şehîd Serhed a taxa Muftî bûn.
Li wir li dijî bilindbûna bihayên sotemenî, rawestandina jenetorên ambêran û qutbûna kehrebê derketin xwepêşandanan.
Şêniyan daxwaza dabînkirinê a xizmetguzariyên bingehîn û başkirina şert û mercên jiyanî kirin.
Xwepêşandaran anîn ziman, berdewama krîza sotemeniyê, rasterast bandorê li jiyana welatiyan û xebatên dikandarên bazirganiyê jî dikin.
Di çalakiyê de dolab hatin şewitandin û banga çareseriyên bilez ên ji bo krîzên xizmetguzarî û aborî hat kirin.



