Navenda Çavdêrîya Mafê Mirovan a Surîyeyê daxuyand ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê,
Hêzên xwe li ser sînorê bi Lubnanê re, gelek leşkerên xwe, çek û wesayîtên giran li gundewarê Humsê û deverên din bi cih kirine.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê daxuyand ku hêz û tevgerên leşkerî yên hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê,
Li seranserî sînorê bi ser Lubnanê re, weke deverên li gundewarê rojavayê Humsê, gundewarê Şamê ÛTertûsê zêde kirine.
Çavdêrîyê diyar kir ku sewqiyetên leşkerî li gundên sînorî yên herêma Qisêr, Tilkelex, Sehid Zebedanî û Cerûd Qelemon bûn.
Li nêzî sînorê bakurê Lubnanê li herêma Ekar jî çalakiyek leşkerî hat şopandin.
SOHRˊê destnîşan kir ku çekên giran û wesayîtên leşkerî ji gundewarê rojhilatê Helebê ber bi nuqteyên sînorî yên li gundewarê Humsê ve hatin veguhastin.
Ev gav xurtkirina hebûna leşkerî ya Sûriyeyê li seranserî sînorê bi Lubnanê re nîşan dide.



