Hevserokê Meclisa Bajarê Til Temirê derbarê şewata zeviyan axivî û got:
Baregehên dewleta Tirk ên li heremên dagirkirî agir berda zeviyên çandiniyê li gundewarên bajêr.
Xalid Yûsif Xelef eşkere kir ku şewatên vê dawiyê li herêmê belav bûne ji aliyê baregehên dewleta Tirk pêk hatine.
Xelef da zanîn ku agir li çend deverên nêzîkî baregehan derketiye, paşê belav bû û gihaşt zeviyên genim û got:
Li deverên gundewarên Til Temirê ev demek e şewat zêde bûne .
Di encamê de bi hezaran donim erdên çandiniyê şewitîne.
Şêniyên herêmê û tîmên awarte hewlên xwe ji bo vemirandina agir didomînin.
Agirên ku li gundewarên Til Temirê belav bû, bandor li nêzîkî 23 gundan kiriye.
Ji bilî deverên mezin ên erdên çandiniyê, ku di encamê de nêzîkî 200 donim genim şewitiye.



