Wezareta Enerjiyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyê ji bo lêkolîn û diyarkirina buhayên petrolê û çavkaniyên madenî komîteyek ava kir.
Wezîrê enerjiyê biryara 822’an a îsal (2026) derxist û tê de hatiye gotin ku komîteyeke daîmî ji bo diyarkirina buhayên petrolê û çavkaniyên madenî tê avakirin.
Li gor wê biryarê, serokê komîteyê, cîgirê wezîrê enerjiyê yê kar û barên petrolê ye û nûnerên wezaretên enerjî, Banka Navendî ya Sûriyê, Şîrketa Petrolê, Şîrketa Sotemeniyê û Wezareta Aborî û Pîşesaziyê cihê xwe tê de digirin.
Her wekî hatiye diyarkirin ku erka komîteyê ew e ku buhayên petrol û çavkaniyên madenî, li gorî guhertinên herêmî, navneteweyî, buhayên cîhanî, lêçûn û serfkirina lîreya Sûriyê û mekanîzmeya destekkirinê lêkolîn bike.
Di heman demê de esas û pîvanên taybet ên diyarkirina buhayan û nûkirina wan bi awayekî asayî deyne û pêşniyarên pêwîst pêşkêşî Wezareta Enerjiyê bike.
Wê firotina berhemên petrolê li Sûriyeyê bi lîreya Sûrî be
Piştî civîna yekem a Komîteyê wezaretê biryar da.
Li gor biryarê, wê firotina berhemên petrolê û madeyên wê li axa Sûriyeyê bi lîreya Sûrî be.
Her wiha di civînê de mekanîzmayên bihayê berhemên petrolê û faktorên ku li ser asta herêmê û cîhanê bandorê li wan dikin,
Di nav de bihayên navneteweyî, lêçûn û nîşaneyên aborî yên têkildarî beşa enerjiyê nîqaş kirin.



