Nexweşiya îltîhaba kezebê li gundên rojavayê Humsê derketiye, û şênî daxwaza çareseriyê dikin.
Piştî ku nexweşiya îltîhaba kezebê derketiye şêniyên bajarokê El Zara tirsiyane û ji bo zarok, pîr û kalan biparêzin, diçin navendên tenduristiyê û testên wan çêdikin.
Şêniyan anîn ziman ku ava kaniya bajarok gemarî ye û rasterast bandorê li jiyana wan dike.
Li gorî belgeyên Gerînendetiya Tenduristiyê ya Humsê, di Nîsana îsal de 40 kes û di Gulanê de jî 35 kes, nexweşiya îltîhaba kezebê bi wan re çêbûye.
Tê gotin ku vê mehê jî bi çend kesên din re çêbûye.
Aliyên tenduristiyê diyar kir ku, wan ava giştî û ava kaniya El Zara tehlîl kirine.
Di encama tehlîlên wan de derketiye ku ava bi giştî paqij e lê ava kaniya El Zara gemarî ye û nayê vexwarin.
Ji bo nexweşiya îltîhaba kezebê belav nebe Gerînendetiya Tenduristiyê û Saziya Giştî ya Ava Vexwarin û Kanalîzasyonê klor li şêniyan belav kir û şênî hişiyar kirin.
Şêniyan got hişyarî têrê nake, divê ava kaniyê were paqijkirin.
Pisporan da zanîn ku pirsgirêk ne tenê di avê de ye, divê jîngeh neyê gemarîkirin û girîngiyê bidin paqijiyê.



