Îro li nêzî Koşka Dadê ya Şamê teqîneke mezin rû da.
Li gor Wezareta Hundirîn a hikûmeta demkî ragihandiye, 4 kes di wê teqînê de hatine kuştin.
Ev dîmenên hindirê qehwexaneya nêzî Koşka Dadê ya Şamê ku di hindirê wê de teqînê rûdaye.
Di kêliya pêşî de, dengê ambulansan bilind bû û hêzên ewlehiyê dor li deverê girtin.
Hikûmeta Demkî: Di teqîna Şamê de 4 kes mirin
Wezareta Hundirîn a Hikûmeta demkî dibêje ku di encamê de 4 kes hatine kuştin û hejmarek birîndar bûye.
Dezgehên xwecihî jî gotin ku 4 kes hatine kuştin û bêtirî 15 jî birîndar bûne.
Parêzgerê Şamê Merwan Idlibî eşkere kir ku teqîn di encama bombeyekê de rûdaye.
Ew dibêje ku hinek alî dixwazin aramiyê têk bibin û niha lêpirsîn dewam dike.
Lê heta kêliya amadekirina nûçeyê niha jî Hikûmeta Demkî bi rengekî fermî sedema teqînê eşkere nekiriye.



