YPJ: Fermandar Sorxwîn Rojhilat û Azadî Derik şehîd bûn

Di êrişa dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser navenda Ferderasyona Gaziyan a li Qamişlo de 2 gazî şehîd bûn.
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê nasnameya fermandar Sorxwîn Rojhilat û Azadî Derik eşkere kir.
Fermadariyê carke din, soza pêkanîna xeyalên şehîdan dubare kir.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê bi daxuyaniyekê nasnameya fermandar Sorxwîn Rojhilat û Azadî Derik eşkere kir.

Fermdanriyê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bi feraseta qirkerinê şoreşa azadiya jinê dike armanc û wiha got:

11’ê Sibata 2024’an balafirên bêmirov ên dewleta faşîst a Tirk li beramberî Federasyona Gaziyên Bakur-Rojhilatê Suriyê êrîşeke namerdane pêk anî.

Di vê êrîşê de fermandar û rêhevalên me Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik şehîd bûn.

Fermandariya YPJ’ê wiha bahsa têkoşîna şehîdan kir:

Fermandar Sorxwîn ji eşîra Celaliyan e ku li hemberî dagirkeran ala serhildanê rakirin û heta roja me ya îro jî tu car serî netewandin.

2014’an dema ku hovîtiya DAIŞ’ê li bajarê Kobanê giha asta lûtkeyê, fermandar Sorxwîn berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê.

Û bi werekiya xwe xofeke mezin xiste dilê neyaran.

Fermandar Sorxwîn di berxwedaniya li hemberî tarîtiya DAIŞ’ê de bi awayekî giran birîndar dibe û ji bo ku gelê xwe ji tarîtiya DAIŞ’ê biparêze roniya çavê xwe feda kir.

Herî dawî jî fermandar Sorxwîn weke fermandareke gazî di Federasyona Gaziyên Bakûr Rojhilatê Sûrî de ji bo hevalên xwe yên gaziyên şoreşê erkên girîng dabû ser milê xwe.

Hevrê Azadî Dêrik jî di nava malbateke welatparêz de mezin dibe.

Dema ku çirûska şoreşê Rojavayê welat ronî kir, berê xwe da nava refên şoreşê û yekîneyên destpêkê yên parastina jin de cihê xwe girt.

Ji destpêka şoreşê heta kêliya xwe ya dawî, xwe di xeta parastina rewa de kûrkirin esas girt.

Herî dawî li ser bingehê pêşniyar û daxwaza xwe hevrêya me Azadî derbasî xebatên federasyona Gaziyên şer bû.

Fermandariya YPJ’ê herî dawî soza pêkanîna xeyalên şehîdan da û got:

Bila faşîzma AKP-MHP baş bizanibe, YPJ hêza tolhildana sedsalê ye.

Li gorî daxuyaniyê nasanmeya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Sorxwîn Rojhilat
Nav û Paşnav: Fatma Sakan
Navê dayîk: Gozel
Navê bav: Îbrahîm
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo-11.02.2024

Nav û Paşnav: Azadî Dêrik
Nasnav: Emîne Seyîd Ehmed
Navê dayîk: Alya
Navê bav: Yûsif
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo-11.02.2024

Back to top button