Hevdîtinên Îran û Sûriyê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdullahiyan serdana Sûriyê kir.
Husên Emîr Abdullahiyan li Şamê piştî hevdîtina bi Esed re diyar kir ku di hevdîtinê de geşedanên dawî yên herêmê û mijarên herêmî û navneteweyî gotûbêj kirine.
Her wiha li gor nûçeyên fermî ya hikumeta Şamê hebûna Amerîka li Sûriyê hatiye destgirtin.

Wextekî ku li heremê êrîşên bê navber û du alî ya Îsraîl, Amerîka, Hizbûllah, alîgirên Îranê pêk tê, Wezîrê Karê Derve yê Îranê Husên Emîr Abdullahiyan serdana Sûriyê kir.

Husên Emîr Abdullahiyan bi Beşar Esed û Feysel Mîqdad re li Şamê civiya.

Abdullahiyan vexwendina Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bo serdana Îranê ji Beşar Esed re ragihand.

Her wiha Serokwezîrê Karê Derve yê Îranê anî ziman ku wî bi Esed re “geşedanên dawî yên li herêmê û mijarên herêmî û navneteweyî” gotûbêj kirine.

Hebûna Amerîka li Sûriyê

Emîr Abdullahiyan her wiha bombebarana Îsraîlê ya li ser şêwirmendên leşkerî li Sûriyê şermezar kir.

Abdullahiyan di civîneke rojnamevanî de ligel Feysel Mikdad hebûna neqanûnî ya hêzên Amerîkî li axa Sûriyê şermezar kir.

Ji aliyeke din ve Abdullahiyan diyar kir ku niha pirsgirêka Xezayê ne tenê li ser asta heremî lê di asta navnetewî de jî bûye pirsgirêka sereke.

Li sûriyê şerê Îsraîl û Îranê

Di zêdetir ji 10 êrîşan de ku ji destpêka îsal ve ji aliyê Îsraîlê ve li ser pasdar û milîsên Îranê li nav axa Sûriyê hatine pêkanîn.

Ji destpêka salê ve Îsraîlê zêdetirî 10 êrîş li dijî pasdar û mîlîsên Îranê li nav axa Sûriyê pêk anîn.

Di van êrîşan de nêzîkî 31 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.

6 ji wan endamên Pasdarên Îranê, 6 ji wan endamên Hizbullaha Lubnanî û 3 ji wan welatiyên Iraqê bûn.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di êrîşan de depoyên çek û cebilxaneyan, navend û wesayît jî di nav de nêzî 27 hedef hatin îmhakirin.

Hemwextî bi van êrîşan re, êrîşek li ser maleke ku li zeviyekê li nêzî gundekî girêdayî rêjîma Esed hatiye kirin.

Derbarê vê yekê de medyaya fermî ya Sûriyê ragihand ku ziyan tenê bi ziyanên madî ne.

Back to top button