Muftiyê berê yê rejîma Baasê Ehmed Bedredîn Hesûn hat dadgehkirin.
Malpera Wezaretê Dadê ya Sûriyê ragihand ku rûniştinên pêşîn ên darizandina muftiyê berê yê Sûriyê li Dadgeha Ceza ya 4’emîn ya Şamê destpêkir..
Ehmed Bedredîn Hesûn sala 1949’an li bajarê Helebê ji dayik bûye.
Di navbera salên 2005-2021’an wek muftiyê komarê kar kiribû.
Sala 2021’an serokê rejîma Baasê Beşar El Esed biryara betalkirina vê rayeyê dabû.
Hesûn ku bi aşkerayî piştgirî dabû bombebarankirina taxên Helebê bi bermîlên teqemeniyê û bi navê “Muftiyê Bermîlan” hat binavkirin.
Duh jî darizandina pismamê Beşar El Esed, Wesîm El Esed li heman dadgehê dest pê kiribû.



