Li Rojhilata Navîn, li aliyekî maseya dîplomasiyê û li aliyê din şer bi hevre tên kirin.
Her çend hevdîtinên rasterast ên di navbera Îsraîl û Libnanê de pêk tên jî nûçeyên li qadê êriş hene hîna tên.
Herî dawî artêşa Îsraîlê êrişî başûrê Libnanê kir û 3 kes hatin kuştin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îdia kir ku li Washingtonê di hevdîtinên navbera Îsraîl û Libnanê de pêşketin çêbûye.
Rubio got, alî ji her demê bêtir nêzîkî “pabendbûna niyetê” bûne.
Ji bo cara yekem di nêzîkî 30 salan de, hikûmeta serwer a Libnanê û hikûmeta Îsraîlê rasterast li ser maseya danûstandinan rûniştine.
Îsraîlê êrişî Başûrê Libnanê kir: Herî kêm 3 kes hatin kuştin
Lêbelê, her çend çalakiya dîplomatîk dewam dikin jî, çekên li ser erdê bêdeng nemane.
Li gorî çapemeniya Libnanê, di êrîşeke dawî ya Îsraîlê li ser başûrê welêt de herî kêm sê kes hatin kuştin.
Di heman demê de, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz daxwaza zêdekirina zexta aborî li ser Îranê kir.
Katz îdia kir ku her dolarek ku diçe Îranê wekî hêz vedigere komên çekdar ên li herêmê.
Li bajarê nabatiyê wêranî: Jiyan rawestiya ye
Birînên herî giran ên şer li bajarê Nabatiye yê başûr têne dîtin.
Welatiyên ku piştî bombebaranên Îsraîlê vedigerin herêmê dibêjin ku jiyan li bajêr rawestiyaye.
Ne elektrîk û ne jî av peyda nabe.



