Agirbesta li Tengava Hurmuzê dîsa hat binpêkirin.
Piştî êrîşeke bi droneyan li ser keştiyeke barhilgir, DYA êrişî Îranê kir.
Di demekê de ku Washington îdia dike ku agirbest hatiye binpêkirin, Tehran êrîşê diparêze.
Piştî êrîşeke bi droneyan li ser keştiyeke barhilgir, DYA depoyên mûşekan û radarên peravê yên li Îranê kir armanca êrişan.
Washingtonê ev êrîş wekî binpêkirineke eşkere ya agirbestê ya ku keştiyên deryayî yên bazirganî dike armanc ragihand.
Rêveberiya Tehranê îdia dike ku keştiya hatî armanckirin rêyeke bê destûr bikar dianî û êrîşa DYA wekî “provokasyoneke nû ku têkdana peymanê” bi nav kir.
Supay Pasdaran yên Îranê ragihand ku xalên leşkerî yên DYA li herêmê jî hatine armanckirin.
Her çiqasî têkildarî encama êrişê agahî nehatin parvekirin de jî lê careke din gef li hêzên Amerîka hate xwarin.
Alozî ne tenê li eniya leşkerî bû.
Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance diyar kir, “bersiva tundiyê wê bi tundiyê were dayîn” lê Donald Trump tenê got,
“Divê Îranê wisan nekirina”.
Behreyn: Îranê bi dronan êrişî xaka me kiriye
Her wiha Wezareta Karên Derve ya Behreynê jî ragihand ku Îranê bi dornan êrişî axa wê kiriye.
Wezaretê îşaret bi mafê parastina serweriya xaka welat a li gorî qanûnên navneteweyî, nîşan da.



