Çavkaniyên ji Rêveberiya Sotemeniyê ji Ronahî TV re got ku rojane 20 sarîcên mazotê bo Parêzgeha Hesekê tên.
Her wekî da zanîn ku dê piştgiriya mazota ceneretor, firine, aş, erebeyên çûnûhatinê û sarîcên avê bê kirin.
Li gor agahiyên me bi dest xistin, dê her lîtreyek mazotê ji bo ceneretoran bi 125L.S û ya firineyan jî bi 500 L.S be.
Çavkaniyê eşkere kir ku tevî daxwazên hikûmeta demkî ji bo rakirina vê piştgiriyê jî, lê nehat qebûlkirin û piştgiriyê dewam dikin.
Lê di heman demê got ku buhayê vê mazotê nehatiye guhertin lê belê, qaseya mazotê bo herêmê kêm bûye û ev jî piştî biryara hikûmeta demkî ya bilindkirina nirxê sotemeniyê pêk hatiye.
Di rojên borî de, ji ber nebûna mazotê, ceneretor hatibûn rawestandin û kirêya çûnûhatinê di nava bajaran de buha bûbû.
Lewra, nerazîbûn û xwepêşandan hatin lidarxistin û heta niha jî dewam dikin.



