Îsraîlê vê sibehê careke din êrişî Xezayê kir, di encamê de 4 kes hatin kuştin.
Careke din Îsraîlê berê balafirên xwe da Xeza û ew bombebaran kir, di encamê de 4 kes hatin kuştin û 20 kes birîndar bûn.
Piştî vê yekê taxa Til El Hewa jî hate bombebaran kirin.
Her wiha li gorî Wezareta Tenduriystiyê ya Filistînê di encama êrişên Îsraîlê li ser Xezayê ku ji 7 Cotmeha 2023’an dest pê kir 73 hezar û 96 kes hatin kuştin û 173 hezar û 553 kes birîndar bûne.



