Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed derheqê rewşa aborî û buhabûn û zehmetiyên jiyanê daxuyanî da.
Nûredîn Ehmed diyar kir ku ew bi aliyên têklidar re dixebitin da ku bandora van zehmetiyan bisekinînin û pêdiviyan peyda bikin.
Nûredîn Ehmed diyar kir ku ew qaseya zexta aborî, bilindbûna buhayan û debara jiyanê dizanin û daxwazên welatiyan li hemû parêzgeha dişopînin.
Her wekî got ku ew aliyên pêwendîdar re dixebitin da ku bandora vê buhabûnê kêm bikin û pêdiviyên piştgirî û xizmetê dabîn bikin.
Parêzgerê Hesekê û fermandarê QSD ê mezlûm ebdî civiyan
Berî wê jî hat ragihandin ku Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed derheqê heman rewşê de li hev civiyan.
Li gor nûçeya North Press’ê, herdu aliyan li hev kiriye ku mekînzemeyeke taybet bo Parêzgeha Hesekê ava bibe da ku sektrora sotemeniyê were birêxistinkirin û baştir bibin.
Hevdemî wê jî hat gotin ku Ebdî û Ehmed behsa pêşketinên radestkirina zeviyên petrolê bo Wezareta Petrolê kirine.



