Di demekî de ku amadekariyên vegera koçberên Serê Kaniyê tê kirin, li hundirê bajêr dîmenekî balkêş belav bû.
Ew kesên ku li malên xelkê Serê Kaniyê bi cih bûne, bi rakirina çekan gefê li koçberên ku dixwazin vegerin dixwin.
Li ser malperên medya dijîtal ev dîmenê ku li naverasta bajarê Serêkaniyê ye, hat balavkirin.
Çekdar û hejmarek kesên ku li malên koçberan bi cih bûne, bi rakirina çekan li qadeke giştî ya naverasta Serêkaniyê kom bûne.
Ew rasterast gefê li koçberên Serê Kaniyê yên dixwazin vegerin dixwin.
Ev gef hemwextî bangên amadekirina şert û mercên guncaw ên vegera koçberên Serêkaniyê û misogeriya ewlehî û selametiya wan hat kirin.
Ev yek jî, ji bo vegera koçberan û aramiya rewşa ewlehiyê metirsiyan çêdike.



