Piştî rawestandina 2 rojan ji ber kêmbûna sotemeniyê û dûre dabînkirina mazotê jenetorên embêran ên bajarê Hesekê ji nû ve hatin pêxistin.
Piştî 2 roj kehrebe li ser bajarê Hesekê ji ber kêmbûna sotemeniyê pêxistina jenetorên ambêran qut bû.
Îro jenetorên ambêran ji nû ve hatin xebitandin.
Jenetor li gorî piştgiriya komîteyê ya mazotê bi bihayê xizmetguzarî pêşkêş kiriye ku 8 demjimêran bixebite.
Komîteya Jenetoran a Hesekê diyar kir ku qasiya mazota ku xwediyên jenetorên taybet wergirtine, têra rojekê dike.
Li aliyekî din jî Gerîenendetiya Sotemeniyê ya Hesekê ji ajansa ANHA re zelal kir
Gerînendetî li ser dabînkirina mazotê di rojên bê de dixebite, da ku xebatên pêxistinê bi cih bibe û qutbûn çênebe.



