Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê, têkildarî êrişên rejîma Îranê ya bi ser gundên derdorê Banê ya Rojhilatê Kurdistanê de daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku roja 25’ê Hezîrana 2026’an artêşa Îranê bi sê dronên xwekuj êriş pêk anîne.
Êrîş li derdorê gundê Şîwî ya ser bi Bane ya Rojhilatê Kurdistanê bûye.
Di êrişê de ti ziyan negihiştiye hêzên wan, lê ziyanek mezin gihiştiye bax û baxçeyên welatiyên sivîl.
Yekîneyên Parastina Rojhelatê Kurdistanê ev hişyarî da.
Em bi ti awayî êrişên ser welatê xwe na pejirînin.
Ger dubare bibin, emê piştrast bersiva pêwîst bidin.
Hate gotin parastina ruh û malê gelê me erkê me yê serekî ye.
Divê her kes di vê mijarê de bi bawer be emê erkê xwe ê herî baş bicih bînin.



