Êrişên Îsraîlê li dijî xaka Sûriyê zêde dibin.
Şevê din artêşa Îsraîlê êrişî paytexta Sûriyê Şamê kir.
Di encamê de, 3 kes hatin kuştin.
Şevên din dengê teqînên xurt li Şamê hatin bihîztin.
Derket holê ku deng ji ber êirşên Îsralê li dijî herêmê bû.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê eşkere kir ku Îsralê bi moşekan êrişî şamê kir.
Herêmên Dîmas û Meşrû Dumer ên Şamê bûn armanca êrişê.
Herêma navborî malên keseyetên payebilind û siyastemedar lê ne.
Di êrişa Îsralê de 3 kes hatin kuştin
Di encama êrişê de, 3 kesên ku ne ji nasnameya Sûrî ne, hatin kuştin.
Dibe hejmara kuştiyan zêdetir bibe, ji ber ku gelek birîndar hene û rewşa hinek ji wan giran e.