Ciwanên Kurdistanî li Almanyayê dest bi meşa hefteyekê kirin

Li Almaniya û Fransayê jî gelek çalakiyên cur bi cur yên ji bo azadiya Rêber Apo û şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê hatin lidaristin.

Li bajarê Mannheîm ê Almanyayê bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, ciwanên Kurdistanî dest bi “Rêwitiya Azadiyê” kirin.

Meşa ciwanan wê heta hefteyekê bidome.

Çalakvanan diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ew ê çalakiyên xwe hîn berfirehtir bikin.

Ji Fransayê ji Îmraliyê re kartpostal hate şandin

Her wiha Kurdên li Fransayê jî beşdarî kampanyaya ‘Ji Îmraliyê re 100 hezar kartpostal’ bûn.

Kurdistaniyên li bajarê Bordeaûx ê Fransayê jî, ji Rêberê Apo re kartpostal şandin.

“Divê em bi sed hezaran biherikin Kolnê”

Li bajarê Koln ê Almanyayê jî, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ciwanan, jinan û nûnerên saziyan, banga tevlîbûna meşa 17’ê Sibatê ya li Koln Deûtzer Werft’ê kirin.

Li Fransayê meşa 3 rojan di roja 2’an de dewam dike

Back to top button