Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Apo hatiye destpêkirin di roja şeşemîn de gihîşt bajarê Rennesê yê Fransayê.
Çalakvanan di tevahiya meşê de bi hezaran belavok li gel û saziyên derdorê belav kirin.
Çalakvan çûn serdana esnaf û saziyên Fransayê û dosyayên têkildarî tecrîda li ser Rêberê Apo pêşkêş kirin.
Piştî meşê weke li bajarên din qertên hatin berhevkirin û ji bo Rêber Apo şandin Îmrraliyê.
Di meşê de siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle banga tevlîbûna meşa Kolnê kir û got:
“Ji bo şermezarkirina tecrîda 25 salan a li ser Rêberê Apo ,we ji Parîsê dest bi vê meşê kir heta Strasboûrgê .
Ji bo van meşvanên pêşeng hembêz bikin ez we vedixwînim meşa mezin a 17’ê Sibatê ya Kolnê.”