Li bajarê Minbicê Partiya Sûriya Pêşeroj konferasa xwe a 3’an li dar xist

Li bajarê Minbicê Partiya Sûriya Pêşeroj konfiransa xwe ya 3. lidar xist.
Di konferansê de hate diyarkirin ku Sûriya demokratîk pirengî ye û nenavendî ye.
Her wiha di konferansê de wê rêveberiya nû a Partiyê Sûriya Pêşerojê jî were hilbijartin.

“Partiya me pêşeroja me ye, Rêveberiya me misogeriya me ye, Hêzên me serkeftina me ye, Sûriya me dike yek”.

Bi vê dirûşmeyê, Partiya Sûriya Pêşeroj li bajarê Minbicê konferansa xwe ya 3.an li dar xist.

Konfrans li hola Meclisa zagonsaz ya bajarê Minbicê bi beşdariya bi dehan ji endam û rêveberên partiyên siyasî pêk hat.

Di konferansê de krîza Sûriyê, êrişên dewleta Tirk, tevgera çeteyên DAIŞ’ê, serkeftina Kobanê û destkeftiyên şehîdan hatin nîqaşkirin.

Her wiha belgenameyên dispilînî û siyasî ji hêla meclisa giştî ya partiya Sûriya pêşeroj hate xwendin.

Di konferansê de hate diyarkirin ku Sûriya demokratîk pirengî ye û nenavendî ye.

Di civînê de Rêveberiya partiya Sûriya pêşeroj ya meclisa Minbicê Ezab El-Ebûd şehîdên şoreşê bibîranî û got:

“Şehadeta wan çirayên ronahiya rêya tekoşînê bû”.

Piştre rêveberiya nivîsgeha dispilînî ya partiyê Sûriya pêşeroj Asiya Hisên rewşa siyasî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê nirxand.

Sekretêra giştî ya partiyê Sîham Dawid jî axivî û da zanîn ku ew dilsoziya xwe ya bi hemû gelê Sûriyê re nû dikin ku ji bo avakirina Sûriyeya pêşerojê pêşde biçin.

Di dawiya konfiransê de daxuyaneke hate xwendin ku tê de piştgiriya pirojeya Rêveberiya xweser hat kirin.

Her wiha di konferansê de wê rêveberiya nû a Partiyê Sûriya Pêşerojê were hilbijartin.

Back to top button