Li Nîjerê, ji ber lehiyê heta niha 65 kesan jiyana xwe ji dest daye û 300 hezar kes jî bêwar mane.MIX
Deshilata Nîjerê ragihand ku lehiya rabûyî bû sedema mirina 65 kesan û 300 hezar kes bê war hiştin.
Heta niha jî gelek taxên paytexta welêt Niyamî di bin avê de ne .
Ev sê meh in li Nîjerê ji ber barana zêde lehî rabûye.
Bîlançoya dawî jî di dawiya meha Tebaxê de hatibû ragihand, wê demê 45 kesan jiyana xwe ji dest abû û 226 hezar kes bê cih û war mabûn.
Lê ev bîlanço bilindtir bû û her ku çû ziyanek mezin li mirov û derdorê bû.