Koalisyona Ereb droneke bombekirî ya Hûsiyan xist xwarê

Serê sibehê droneke Hûsiyan a bombebarkirî ji aliyê Koalisyona Ereb ve hat rûxandin.

Berdevkê Koalisyona Ereb a bi serkêşiya Siûdiyê Tirkî Malikî, li ser xistina vê dronê ragihand ku Koalisyona Hevbeş îro sibehê karî droneke bombekirî bê bandor bike.

Malikî ragihand ” Ev dron ji aliyê Hûsiyan ve û ji bo armanckirina sivîlên Necranê, hatibû amadekirin.”

Sêşemê jî Koalisyonê eşkere kir wan droneke bi teqemeniyan barkirî bû ku dîsa ji aliyê Hûsiyan ber bi herêmê Başûrê Siûdiyê ve diçû, anî xwarê.

Back to top button