Duh Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyaniyeke balkêş da
Trump got ku ew dikare bihêle Ehmed El-Şeri beşdarî şerê Hizbullahê bibe, ji ber ew gelekî vê dixwaze
Lê belê, piştî wê tu bersivek ji hikûmeta demkî ya Sûriyê derneket.
Piştî daxuyaniya Trump a derheqê Hizbullahê de, çavê her kesî çû ser helwesta hikûmeta demkî ya Sûriyê.
Lê belê, heta niha jî bersivek ji hêla hikûmetê an jî serokê wê Ehmed El-Şeri ve derneketiye.
Her wekî hikûmeta Libnanê jî hîna derheqê vê yekê helwesta xwe nîşan nedaye.
Hevdemî wê jî li nava Sûriyê berteke zêde derketiye, nexasim ku dijberiya hevkariya Sûriyê û Israîlê di nava şer de dikin.
Berî demekê jî Trump û El-Şeri bi telefonê axivîbûn û behsa pêwendiyên dualî û aramiya Sûriyê hatibû kirin.
Lewra çavdêr dibînin ku di wê pêwendiyê de, Trump erkek daye pêşiya Ehmed El-Şeri.



