Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê banga azadiya Rêber Apo kirin

Malbatên şehîdan ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi boneya nêzbûna salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo civînek li dar xist:
Xelkên herdû taxan soza şopandina berxwedanê heta pêkanîna azadiya rêber apo ya fîzîkî da.

Civîna li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, bi amadebûna malbatên şehîdan pêk hat.

Li wir endama Rêveberiya Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Avaşîn Efrîn axivî û got:

“Ruxmî tecrîd û siyasetên derexlaqî yên li dijî Rêber Apo, dev ji doz û gelê xwe berneda.

Me çanda berxwedanê û berdewamkirina dozê ji wî girt.

Bi saya vê yekê em destkeftiyan bi dest dixin.”

Avaşîn diyar kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîfkî ya Rêber APO û azadiya gelan divê rêça berxwedanê were şopandin.

Piştre sînevîzyona hevdîtinên bi Rêber Ocalan re hate pêşandan.

Back to top button