“Çareserkirina dozên Rojhilata Navîn di Îmraliyê de ye”

Li herêmê piştgiriya pêngava navnetweyî a ji bo azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo berfireh dibe.
Li kantona Minbicê panelek bi sernavê “Çareserkirina dozên Rojhilata Navîn di Îmraliyê de ye” hate lidarxistin.
Di panelê de beşdaran li ser pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hemfikir bûn.

“Çareserkirina dozên Rojhilata Navîn di Îmraliyê de ye”

Bi vê drûşmeyê Însyatîfa Gel a ji bo azadiya Rêber Apo bi hevkariya Saziya Malbatên Şehîdan li kantona Minbicê panelek li dar xistin.

Panel di çarçoveya pêngava navnetweyî ya ji bo azadiya Rêber Apo pêk hat.

Hevseroka Meclis Malbatên Şehîdan a Minbicê hin pêşinyar û çareserî ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn xwend.

Di panelê de, komploya navnetweyî, tecrîd û çawabûna çareseriya pirsgirêkan di riya fikir û felsefeya Rêber Apo hatin nîqaşkirin.

Endama Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Asya Hisên axivî û behsa fikirê Rêber Apo kir .

Asya got:

“Projeya Rêveberiya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemên yekemîn ên pêşniyarên Rêber Abdullah Ocalan bû.

Pêngava li ser asta cîhanê ya bi banga azadiya rêbertî hatiye destpêkirin, nîşaneya ku ev krîz krîzeke cîhanî ye û çareseriya wê di fikirên Rêbertî de ye da ku civakê ji fikra destpot rizgar bike.”

Piştî nîqaşan beşdaran li ser van pêşniyaran lihev kirin.

  • Xebat ji bo belavkirina fikra Rêber Abdullah Ocalan a ku li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş hatiye avakirin.
  • Bilindkirina têkoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Abdullah Ocalan û şikandina tecrîdê.
  • Xebat ji bo pûçkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêbertî, bi pêkanîna projeya neteweya demokratîk.
  • Damezrandina komîteyeke bizîşkî-Ewropî ji bo çavdêriya rewşa tenduristiya rêbertî.
  • Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kampanya îmzeyan a navneteweyî bê destpêkirin.
Back to top button