Hêzên PDK’ê li Şêladizê ciwanê bi navê Ebas Avaşîn revand

29 rojin agahî ji Nûçegihanê Rojnewsê Silêman Ehmed nayê girtin.
PDK nahêle parêzerên Silêman Ehmed wî bibînin.
Li aliyê din çalakvanê civaka sivîl Amed Pîran ragihand hêzên PDK’ê şeva borî li bajarokê Şêladizê ciwanê binavê Ebas Avaşîn revand.

Asayişa Duhokê nahêle bi rojnamevan Silêman Ehmed re hevdîtin bê kirin

Rojnamevanê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ev 29 rojin ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye revandin.

Lê belê tevî gelek serlêdan û daxwazan jî, Asayîşa Duhokê nehişt bi wî re hevdîtin pêk bê.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed got:

“Agahiyên me hene ku dosyaya wî li cem Dezgeha Parastinê ya PDK’ê ye.”

Lê tevî vê yekê jî hêzên PDK’ê nahêle ku bi wî re hevdîtin were kirin.

Li aliyê din çalakvanê civaka sivîl yê Herêma Behdînanê Amed Pîran di hesaba xwe ya Facebookê de, ragihand ku hêzên PDK’ê çalakvanekê Şêladizê revandiye.

Pîran eşkere kir ku şeva borî hêzên PDK’ê çalakvanekê nîştecihê bajarokê Şêladizê yê binavê Ebas Avaşîn revand.

Herwiha Pîran bang li herkesî kir ku ji bo çarenûsa çalakvan Ebas Avaşîn bikevin dewrê.

Back to top button