Ev 29 roje agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Ev 29 roje agahî ji Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews Silêman Ehmed nayê girtin.
Derbarê revandina rojnamevan Silêman Ehmed de rojnamevan Semîre Seîd diyar kir ku Silêman Ehmed di çarçoveya dengê azad de hat revandin, ji ber ku ajansa Rojnews ji bo hemû azadiyan û daxwaza gel kar dike. Ajansek netewî ye, ji ber vê jî PDK dixwaze ajansa Rojnews bike hedef.
Semîre bang li her kesî kir ku xwedî li Silêman Ehmed derkevin.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê.

Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin.

Derbarê revandina rojnamevan Silêman Ehmed de rojnamevan Semîre Seîd axivî.

Semîre Seîd di destpêka axaftina xwe de behsa siyaseta PDK’ê ya li hemberî dengê azad kir û wiha got:

“Siyaseta PDK’ê ya li Başûrê Kurdistanê li beramberî dengê azad cihê şermezarkirinê ye.

Rojnamevan Semîre Seîd: PDK ji ber ROJNEWS ajansekî netewî ye dike armanc

Revandina Silêman Ehmed ne yekem kiryara PDK’ê ya dijî rojnamevanane.”

Semîre diyar kir ku bi revandina Silêman Ehmed, PDK ajansa Rojnewsê dike hedef û wiha anî ziman:

“Li beramberî PDK’ê fikirek azad heye ji ber vê yekê wê PDK’ê negihêje armancê xwe. Divê gel xwedî helwest be û pêngava azadiyê were ragihandin.”

Semîre da zanîn ku PDK’ê bi revandina Silêman Ehmed re, dixwaze zextê li ser Rojnews bike û wiha axaftina xwe domand:

“Ji ber ku ajansa Rojnews ji bo hemû azadiyan û daxwaza gel kar dike. Ajansek netewî ye, ji ber vê jî PDK dixwaze ajansa Rojnews bike hedef.

“Divê her kes li Silêman Ehmed xwedî derkeve”

PDK çi qasî rê li Kurdên parçeyên din Kurdistanê bigire û astengiyan çêbike jî, ti carî nagihêje armanca xwe.

Silêman Ehmed di çarçoveya dengê azad de hat revandin, ji ber ku Silêman deng û pênûsek azad, netewî û mafê hemû Kurdistanê bû, ji bo vê jî hate revandin.”

Di dawiya axaftina xwe de Semîre ev bang kir:

“Divê gel di hemû aliyan de xwedî helwest be. Bi rêya medya civakû û pêngavên cûda ji bo azadiya Silêman Ehmed bikevin nava liv û tevgerê.

Ji bo ku carek din ev karesat bi ser Başûrê Kurdistanê de neyê, divê gel helwest nîşan bide.”

28 rojin agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button