Di nava 24 seatan de DAIŞ’ê 22 leşkerên hikumeta Şamê kuştin

Di nava 24 seatên dawî de, DAIŞ’ê li beyara Sûriyê 22 leşkerên hikumeta Şamê kuştin.
Pentagon aşkera kir ku li dijî nuqteyên Amerîka yên li Sûriye û Iraqê ji destpêka şerê li Xezayê ve, 127 êriş pêk hatine.

Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê êrişên xwe yên li beyara Sûrî zêde kiriye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê li rojhilatê Parêzgeha Dêrazorê êrişî xalek hêzên hikumeta Şamê kirin.

Di encamê de, leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin.

Bi vê yekê re, bîlançoya kuştiyên leşkerên hikumeta Şamê yên li herêmê jî girantir bû.

Li gor agahiyan di êrişa li beyara Asreya ya rojavayê Reqayê de, 5 endam û alîgirên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Li aliyekî din, çeteyên DAIŞ’ê êrişî basekî hêzên Hikumeta Şamê yên li herêma Mehta El Salîse a beyara Tedmurê kir.

Di êrişê de, 14 kes hatin kuştin û 19 jî birîndar bûn.

Her wiha li Dêrazorê jî di êrişeke DAIŞ’ê de 2 leşkerên hikumetê hatin kuştin

Bi giştî di nava 24 seatên derbasbûyî de, li beyra Hums, Reqa û Dêrazorê 22 leşkerên hikumetê hatin kuştin û nêzîka 20’an jî birîndar bûn.

Bi dijwarbûna şerê li herê û êrişên DAIŞ’ê re, hêzên Rûsya bi balafirên şer êrişî cih û şikefên çeteyên li Dêrazorê kir.

Heta niha derbarê kuştî û birîndaran de tu agahî nehatiye zelalkirin.

Ji serê salê ve, çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sûriyê 12 caran êrişî hêzên hikumeta Şamê kirine.

Di encamê de, 45 leşker û alîgirên hikumeta Şamê hatin kuştin û 47 jî birîndar bûn.

Li herêma bêçek hêzên hikumetê 7 dronên çeteyan anî xwarê

Li herêmê qaşo “bêçek” jî şer ranaweste.

Li bûşêr Idlibê di navbera Hêzên Hikumeta Şamê û çeteyan de şer derket.

Hêzên hikumetê bi çekên giran xalên çeteyan li başûrê Idlibê û rojavayê Hemayê da ber topan.

Şevê din jî hêzên hikumeta Şamê 7 dronên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li gundewarê Idlibê û Helebê xistin.

Li Dêrazorê çekdarên Îranê êrişî baregeha koalisyona navneteweyî kirin

Ji destpêka şerê Îsral-Hemasê ve çekdarên Îranê bi dron û moşekan êrişî bargehên Koalisyona Navneteweyî dikin.

Di vê çarçoveyê de, seatên nîvro ‘Berxwedana Îslamî a li Iraqê’ bi moşekan êrişî bargeha Konîko a Koalisyona Navneteweyî li Dêrazorê kir.

Li çolistana Sûrî êriş: 15 Leşkerên hikumetê hatin kuştin

Back to top button