Li Ekvadorê komeke çekdar bi ser televizyonê de girtin

Li welatê başûrê Amerîkayê Ekvadorê komeke çekdar bi ser kanaleke televizyonê de girtin.
Li ser vê yekê li welat rewşa awarte hatiye ragihandin. Hat ragihandin di şerê di navbera hêzên hikumetê û çeteyan de heta niha herî kêm 10 kes mirine.

Li welatê başûrê Amerîkayê Ekvadorê komeke çekdar di dema weşana zindî de bi ser kanaleke televizyonê de girtin.

Êriş roja sêşemê li bajarê Guayaquil kanala bi navê TC Television dema weşan dikir pêk hat.

Kesên êrişkar bi çekan, bombeyan û teqemeniyan ketin nava televizyonê, xebatkarên TV rehîn girtin û gule reşandin.

Serdegirtina televizyonê nêzî 20 deqe zindî hate weşandin.

Ji reveberên kanala televizyonê Leonardo Flores Moreno ragihand ku êrişkar di deriyê resepsiyonê re ketine hundir û derbasî studyoyê bûne.

Morena dibêje êrişkaran li dijî xebatkaran tundî bikaranîne û dînamît li avahiyê bi cih kirine.

Yek ji êrişkaran di weşana zindî de bang kir û got, “Divê fêhm bikin ku bi mafyayê nayê lîstin, ji bo wê em di weşanê dene ne.”

Piştî êrişê polîsên Ekvadorê li dijî kanala televizyonê operasyon dan destpêkirin. û hat ragihandin 13 êrişkar hatine girtin.

Hat diyar kirin di dema operasyonê de 2 kes birîndar bûne.

Serok dewletê Ekvadorê li welat 60 roj rewşa awarte ragihand

Serokê çeteya heşîşê yê bi navê Adolfo Macias roja yekşemê li girtîgeha ku lê dima reviya. Li ser vê yekê li tevahiya girtîgehan serhildanan destpêkir û kolanên bajaran veguherîn qadên şer.

Serokdewletê Ekvadorê Daniel Nobos jî li ser van buyeran li welat 60 roj rewşa awarte ragihand.

Noboa rewşa li welat weke “şerê çekdarî” bi nav kir.

Li gorî daxuyaniyan di şerê di navbera hêzên hikumetê û çeteyan de heta niha herî kêm 10 mirine.

Ekvador-Piştî reva serçeteyê Koma Narkotîk rewşa awarte hat ragihandin

Back to top button