Şerê Hamas û Îsraîlê

Di şerê Îsraîl û Hamasê de hate ragihandin di nava 24 saetên dawiyê de 126 kesên din hatine kuştin û 241 kes jî birîndar bûne.
Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku di 24 saetên dawiyê de leşkerekî wan yê din hatiye kuştin.

Şerê Hamas û Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an bê navber dewam dike.

Di şerê ku navenda wê Xezaye di 24 saetên dawiyê de 126 kesên din hatin kuştin.

Hejmara miriyan derketa 23 hezar 210 kesan

Bi vî awayî hat ragihandin heta niha hejmara Filistiniyên ku hatine kuştin derketiye 23 hezar û 210 kesan.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di êrişên Îsraîlê yên li dijî Şerîda Xezayê de di nava 24 saetan de 126 Filistînî hatine kuştin û 241 kes jî birîndar bûne..

Her wiha di daxuyaniyê de tê diyar kirin ambûlans û ekîbên parastinê yên sivîl nikarin xwe bighînin herêmê û di bin xirbeyan de mirov hene.

Di daxuyaniyê de tê gotin, di 24 saetên dawiyê de cenazeyên 57 kesan û 65 birîndar hatine nexweşxaneya Şehîdên Aqsa ya li navenda bajêr.

Artêşa Îsraîlê: Heta niha 186 leşkerên me li Xezayê mirine

Artêşa Îsraîlê jî ragihand di şerê li Xezayê de ku berdewam dike di nava 24 saetên dawiyê de leşkerekî wan hatiye kuştin.

Bi vî awayî hejmara leşkerên ku heta niha di şerê li Xezayê de hatine kuştin derket 186’an.

Hamas: Divê welatên misilman piştgiriya çekdarî bikin

Li aliyê din serokê Hamas’ê Îsmalî Haniye ji welatên Misilman xwest ku çekan bişînin Xezayê.

Serokê Hamasê Haniye di konferanseke li paytexta Qatar Dewhayê de axivî.

Haniye diyar kir di şerê ku 100 roj in li Xezayê didome de Îsraîl negihiştiye armanca xwe û got,

“Em dibînin ku welatên cîhanê çekan dişînin Îsraîlê. Dem hatiye ku welatên misilman piştgiriya çêkdarî bidin Xezayê. Ji ber ev ne tenê şerê Filistînê ye.”

Artêşa Îsraîlê li Xan Yunusê operasyonên xwe berfireh dike

Back to top button