Rêxistinên Civaka Sivîl ên Wanê: Divê hevdîtin bi birêz Ocalan re bê kirin

Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li Wanê diyar kirin ku ji bo bi dawîkirina şer pêkanîna aştiyê, divê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin.

Zêdetîrî 33 mehe agahî ji Rêber Apo nayê girtin û dagirkeriya Tirkiyê tecrîda li dijî wî girantir kiriye.

Tecrîa li dijî Rêber Apo ji aliyê siyasî, aborî û civakî ve bandoreke neyînî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê jî kiriye.

Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li Wanê têkildarî tecrîdê û rewşa Tirkiyê axivîn û anîn ziman ku ji bo bidawîkirina şer û pêkanîna aştiyê divê bi Rêber Apo re hevdîtin bên kirin.

Mûrat Atabay: Tecrîd nahêle ku Rêber Apo rola xwe pêk bîne

Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Wanê Mûrat Atabay diyar kir ku ev demekî dirêj e tecrîd li ser girtîgehan tê meşadin û girtî bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin.

Mûrat Atabay, da zanîn ku Rêber Apo demeke dirêj e nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike û ev tişt anî ziman:

“Polîtîkayên şer ên li Tirkiyê, bi taybet jî êrîşên wan yên di demên dawî de, êdî weke tiştekî asayî tê dîtin.

Ev şer û tecrîd nahêle birêz Ocalan bikare rola xwe pêk bîne.”

Murad, da zanîn ku taloqkirina tehliyeyên girtiyan û pirsgsirêkên li girtîgehan bi xwe re aloziyên mezin tînin û wiha got:

“Li dijî dîlgirtiyên di girtîgehê de, bi polîtîkayên tecrîdê dîsa rêbaza cezakirinê dixin meriyetê.

Ji ber vê jî dîlgirtiyan greva birçîbûnê dane despêkirin.

Ji bo ev çalakî bigihêje armanca xwe, divê rêxistinên civaka sivîl berpirsyartiya xwe bi cih bînin.”

Tîmûr Sayyîgît: Divê bê edaletiya di girtîhehan de bi dawî bibe

Serokê Şaxa Sendîkaya Teqawidan (Emeklî-Sen) ê Wanê Tîmûr Sayyîgît jî anî ziman ku li tevahiya girtîgehan sepanên tecrîdê di meriyetê de ne û bê adaletiyeke mezin tê meşandin û wiha pê de çû:

“Nobeta Edaletê ya ku malbatên dîlgirtiyan dane destpêkirin jî, ji bo rakirina vê derhiqûqtiyê ye.

Divê ev berxwedan bigihije armanca xwe û her kes xwedî li vê çalakiyê derkeve.”

Mîhaîl Atîk: Ji bo rewşa welat bê guhertin divê tecrîd bê rakirin

Berdevkê Demê yê Platforma Demokrasî û Kedê ya Wanê Mîhaîl Atîk da zanîn ku di bingeha gelek pirsgirêkên li Tirkiyê de tecrîd heye û wiha axaftina xwe qedand:

“Di şexsê birêz Ocalan de tevahiya girtîgehan tecrîd dikin û ev yek pirsgirêkeke mezin e.

Ji bo ku ev rewş û pisgirêk nemînin, divê hevdîtin bi birêz Ocalan re werin kirin.”

“Tecrîda li ser Abdullah Ocalan lûtkeya faşîzmê ye”

Back to top button