Salih Muslim: Tirkiye girîngiya xwe ya jeopolîtîk winda kir

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim dizanin pirsgirêka Kurd li Tikriyê pirsgirêka herî mezin e û heta çarser nebe, ti carî Tirkiye aram nabe.
Salih Muslim di nirxandinên xwe de balkişand li ser siyaseta Hikûmeta Şamê jî û got:
“Siyaseta hikûmeta Şamê ya li hemberî pirsgirêka welat têk çûye. “

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên li Rojhilata Navîn nirxand.

Salih Muslim, diyar kir ku Tirkiye ji ber siyaseta xwe ya li hemberî kurdan her ku diçe ji aliyê siyasî û erdnîgarî ve stratejiya xwe wenda dike û got:

“Tirkiye ji ber siyaseta xwe ya li dijî Kurdan her ku diçe winda dike”

“Tirkiyê ji ber têkiliya xwe ya hem bi Asya re hem jî bi Ewropayê re ji aliyê erdnîgarî de ciheke girîng e.

Lê hem piştî hilweşandina Sovyetan hem jî neçareserkirina pirsgirêka kurd dewleta Tirk cihê xwe yê stratejîk jî li cîhanê winda kir.

Weke ku em dizanin pirsgirêka Kurd li Tikriyê pirsgirêka herî mezin e û heta çarser nebe, ti carî Tirkiye aram nabe.

Ji ber siyaseta Erdogan ê bila ‘Kurd siyaseta Komara Tirkiyeyê qebûl bike’, li hemberî hêzên sermayeder winda dike.

Salih Muslim: Erdogan Tirkiye kir qurbana berjewendiyên xwe

Muslim da zanîn ku ji bo berjewandiyên Erdogan, hemû Tirkiyê bû qurban û wiha axivî:

“Ji ber siyaseta desthilatdariya Erdogan, bû sedem ku Tirkiye îflas bike.

Ji bo ku Erdogan kesayeta xwe bide pêş, stratejî û jeopolotîkeya Tikriyeyê winda kir.

Tevahî Tirkiyeyê kir qurbana berjewandiyên xwe.”

Salih Muslim: Hevpeymana Civakî ji bo tevahiya Rojhilata Navîn modelek e

Salih Muslim di berdewamiya axaftina xwe de got:

“Îro heqîqeteke heye divê em wê ji bîr nekin.

Di siyasetên navneteweyî de Kurd tune hatin hesibandin.

Kurd ji sala 1923’yan û vir ve neketin rojeva cîhanê.

Eger Kurd xwedî nêrînek hevpar bin, wê karibin bandora xwe li hemû siyaseta cîhanê bikin.

Di vê dawiyê de jî me dît kurdan hevpeyama xwe ya civakî jî avakirin.

Ev hevpeyman ji bo Rojhilata Navîn modeleke.”

“Bi siyaseta berê kes nikare li hemberî Kurdan encam bigre”

Muslim, destnîşan kir ku raya giştî li hemberî êrîşên Tirkiyeyê dudulî ne û domand:

“Ji sala 1952’an û vir ve hin hevpeymanên dewleta Tirk bi hêzên global re hene.

Li ser esasê berjewendiyên xwe tevdigerin û bêdengiya xwe diparêzin.

Bi siyaseta berê êdî kes nikare li hemberî hêza Kurdan encam bigire.”

Salih Muslim: Divê hikûmeta Şamê siyaseta xwe biguherîne

Salih Muslim, di dawiyê de anî ziman ku divê hikûmeta Şamû siyaseta xwe biguherîne û wiha got:

“Niha siyaseta hikûmeta Şamê ya li hemberî pirsgirêka welat têk çûye.

Heya ku Sûriyê pirsgirêka nava welatê xwe çareser neke, nikare li derve tiştekî avabike.

Ji ber wê hîn dem heye, divê hikûmeta Sûriyeyê nêrîna xwe berçavan re derbas bike û xwe bugherîne.”

Back to top button