![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/01/REVEBERI-HILBIJARTIN-XEBAT.jpg)
Rêveberiya Xweser xebatên ji bo avakirina komîsyoneke bilind a hilbijartinê ragihand.
Ev yek jî wê piştî bidawîkirina sazkirina zagonên hilbijartinê pêk bê.
7’ê Çile Meclisa Gelan a Demokratîk ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo pêkanîna komîteyên hilbijartinê li Reqayê civiyan.
Di civînê de, mijara rêgez û pîvanên çawaniya hilbijartinê hate nîqaşkirin.
Navenda Ragihandina Rêveberiya Xweser agahî û hurgiliyên mecilsê yên têkildarî hilbijartinê di heman rojê de eşkere kir.
Rêveberiyê diyarkir ku ew komîteyekê ji 20 endaman wê ava bikin.
Ev komîte wê ji endamên li 7 kantonan pêk bê.
Li gorî rêveberiyê wê,
5 endam ji herêma Cizîrê,
3 endam ji Reqa, Dêrazorê û Menbicê,
2 jî ji Tebqa û Firat û Şehbayê bin.
Di hilbijartinê de wê sê endamên meclisa edaleta civakî ya Reveberiya Xweser û yên din jî ji meclisa gelên demokrat, meclisa kantonan û hemû pêkahteyên din bên hilbijartin.
Li gorî Rêveberiya Xweser piştî bi dawî kirina zagonên hilbijartinê û bi dawî kirina avakirina komîteya bilind ya hilbijartinê wê hilbijartinên şeredariyan li tevahî herêmê pêk werin.
Her wiha rêveberiyê dazanîn ku wê lijneyek jî ji lijneya zagonsaz ya meclisa gelên demokrat û kesên xwedî tecrûbe yên ji sala 2017, Komîsyona maf û edaletê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endamên Komîteya Peymana Civakî bê avakirin.
Erkê vê lijneyê jî amedekirina reşnivîsa zagonên hilbijartinê û projeya bi revebirinê ya yasayî ye.