Piştî bûyerên tundrewiyê li Ewropayê, li dêreke Kalîfornya ya Amerîkayê, di encama êrîşeke bi kêran de, 2 kes hatin kuştin û gelek kes jî bi giranî birîndar bûn.
Polîsa bajarê San Jose diyar kir, piştî agahî der barê êrîşeke bi kêran li dêra Girês a li nîvê bajêr gihîşt wan, çend efseran berê xwe da cihê bûyerê.
Piştî bûyerê, parêzvanê bajêr Sam Liccardo li ser Twîtterê, sersaxî ji malbatên qurbanan re xwest û destnîşan kir ku polîsan, kesekî bi guman binçav kiriye.
Berî niha gelek bûyerên tundrew li Fransa, Awisturya, Almanya û Netherlandsê di çarçoveya xîtabên olî yên Îslama tundrew de pêk hatibûn.