Rojhilatê kurdistanê..di nava mehekê de 6 kolber hatin kuştin

Di nava mehekê de û di encama êrîşên hêzên rejîma Îran û dewleta Tirk de, 6 kolber li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Li gorî daneyên Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ji 22’ê Cotmeha 2020’an heya 21’ê Mijdarê, herî kêm 6 kolber hatine kuştin û 7 jî birîndar bûne.

Kolberên hatine kuştin; Musil Xidir, Çawiş Kuresunî, Kemal Elemhulî, Hesen Delayî Mîlan, Wesîm Ferdînzade û Hakan Mihemedzade ne.

Ev kolber hemû bi êrîşên rasterast ên hêzên rejîma Îran û dewleta Tirk li ser sînorên Urmiye, Xoyî, Serdeşt û Çaldiranê hatine kuştin.

Her sal bi dehan kolber di encama êrîşên van herdu hêzên navborî yan tên kuştin an jî tên birîndarkirin.

Back to top button