Greva birçîbûnê yên girtiyên siyasî di roja 44. de ye

Berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî li 106 girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê di roja 44’an de ye.
Girtiyên siyasî careke din peyama bilindkirina têkoşînê dan.
Koordînasyona Şopandin û Çavdêriyê ya Greva Birçîbûnê ya li Wanê têkildarî 12 girtîgehan raporek amade kir û got: “Girtiyên di greva birçîbûnê de rastî gelek binpêkirinên mafan tên.”

Çalakiya greva birçîbûnê ku di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” dest pê kir di roja 44’an de ye.

Berxwedana girtiyên siyasî yên li 106 girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi biryardariyeke mezin didome.

Ji girtîgeha Amedê peyam: Em dixwazin hemû gel dengê me bibihîsin

Yek ji dîlgirtiyê azadiyê Devrîm Acar ku li Girtîgeha Amedê tê ragirtin bi rêya malbata xwe peyamek şand.

Devrîm Acar tecrîda li îmraliyê weke bêexlaqiyekî pênase kir û diyar kir ku ji bo dawî li vê bêexlaqiyê bê ew ketinr greva birçîbûnê.

Di dewamê de Acar diyar kir ku bi tecrîdê hewil didin mirovan bêdeng bikin û got:

“Ji ber vê yekê em dixwazin dev ji polîtîkayên bêexlaqî û dijhiqûqî bê berdan. Ji bo Rêberê me şert û mercên azadiyê bên afirandin. Dest ji polîtîkayên zextê yên li ser gelê me bê berdan, hemû pirsgirêkên li Tirkiyê bi taybetî pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin. Ji ber vê em dixwazin hemû gel dengê me bibihîse.”

Di dawî de Acar bang li herkesî kir ku li hember polotikaya bêdengkirina dengê rastiyê xwedî helwestbin û got:

“Bêdengî wateya mirinê. Werin em li dijî mirinê dengê jiyan û azadiyê bilind bikin. Werin em tecrîdê bişkînin û bi hev re ber bi serketinê ve biçin.”

Çakakiyên Nobeta Edaletê yên li 7 bajaran dewam dide

Bi heman awayî çalakiyên Nobeta Edaletê jî dewame.

Li Amed, Mêrdîn, Wan, Stenbol, Mêrsîn, Edene û Îzmîrê çalakger ji bo pêkanîna daxwazên girtiyan û zarokên xwe şev û roj di nava pêştgiriyê de ne.

Xizmên girtiyan teqez dikin ku ew ê heta gihaştina armancan têkoşînê bidomînin.

Rapora 12 girtîgehan: Girtiyên di greva birçîbûnê de rastî binpêkirinan tên

Li aliyê din Koordînasyona Şopandin û Çavdêriyê ya Greva Birçîbûnê ya li Wanê têkildarî 12 girtîgehan raporek amade kir.

Koordînasyonê diyar kir ku girtiyên di greva birçîbûnê de rastî gelek binpêkirinên mafan tên û got:

“Divê daxwaza girtiyan were bicîh anîn.”

Back to top button