Cenazeyên 5 karkerên ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a qirker de li Şengalê şehîd bûbûn, derbasî bajarê Kobanê bûn.
Xelkê Reqa jî cenazeyê 3 cangoriyên azadiyê sipartin axê.
Xelkê bajrê Reqa ji bo oxirkirina cenazeyê 3 Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk ‘QSD’ li goristana şehîdan a bajêr kom bûn.
Şervanê QSD’ê Xalid El Şewax, Mihemed El Receb û birayê wî Îmad El Receb 7 Çileya 2024’an li Eyn Îsayê şehîd bûbûn.
Endama Meclisa Leşkerî ya Reqayê Arciwan Mela Elî axivî û got:
“Her sê şehîdan ji bo parastina axa xwe û destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, canê xwe feda kirin.”
Mele Elî her sê şehîdên Komkujiya Parîsê jî bi bîr anîn û soz şopandina riya şehîda da.
Piştre wesîqeya her 3 şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.
Cenazeyên şehîdên êrişa li ser Şengalê gihaştin Kobanê
28’ê Kanûna 2023’an di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Şengalê 5 karker şehîd bûbûn.
Cenazeyê karkeran şevê din gihiştin bajarê kobanê.
Cenazeyê Remedan Hemadî, Hisên El Hisên, Ehmed El Elî û Munîr Bekir îro li goristana bajarê Reqayê hatin veşartin.
Cenazeyê şehîd Elî wê li goristana Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê were veşartin.
Balafira dewleta Tirk a dagirker sê caran konê karkerên ku bîrên avê ji bo gundên Kora Simoqya ya Şengalê dikolandin bombabaran kir û di encamê de 5 karker şehîd bûbûn.