Li çolistana Sûrî êriş: 15 Leşkerên hikumetê hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sûriyê li deverên cuda êrişî hêzên hikumeta Şamê kirin.
14 leşker hatine kuştin û nêzî 20 jî birîndar bûne.
Li aliyekî din, artêşa Urdunê êrişên parêzgeha Siwêdayê kir.

Çeteyên DAIŞ’ê ku lewaziya hêzên hikumeta Şamê dibînin, di her fersendê de êrişî wan dikin.

Çeteyên DAIŞ’ê li çolistana rojhilatê parêzgeha Humsê êrişî erebeyek leşkerî a hikumeta Şamê kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encamê de 14 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 19 jî birîndar bûn.

Her wiha, çeteyên DAIŞ’ê li çolistana rojavayî Reqayê êrişî xalek hêzên hikumeta şamê kirin.

Di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin û yek jî birîndar bû.

Li Lazqiyê û Helebê 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li “herêma Bêçek” jî di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şer heye.

Li eniyên şer yên li Laziqiyê û Helebê çeteyan 2 leşkerên hikumeta Şamê kuştin.

Her wiha li eniyên şer yên li Idlibê leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû.

Ji bilî vê her du aliyan li gelek derverên herêmê navendên hev dan ber topan.

Balafirên Urdunê êrişî Siwêdayê kir

Êrişên artêşa Urdunê li dijî xaka Sûriyê zêde dibin.

Di seatên sibê de, balafirên şer yên Urdunê êrişî parêzgeha Siwêdayê kir.

3 cih ku Madeyên Narkotîk li hene bûn armanca balafirên Urdunê.

Di êrişa Urdunê de 3 kes hatin kuştin

Di êrişê de, bazirganekî Madeyên hişbir û 2 kesên din hatin kuştin.

Her wiha cihên ku hatin armackirin bi temamî hatin rûxandin.

Beriya 4 rojan jî balafirên Urdunê êrişî cihên Madeyên Narkotîk li gundewarê Siwêdayê kirin.

Arêtşa Urdunê li ser sînorê Sûrî-Urdun 5 çekdar kuştin

Back to top button