Arêtşa Urdunê li ser sînorê Sûrî-Urdun 5 çekdar kuştin

Li ser Sînorê Sûrî-Urdun 5 barzirganên Madeyên Narkotîk hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn.
Balafirên nenas li Dêrazorê êrişî cihên çekdarên Îranê kirin.
Li Derayê jî Efserekî hikumeta Şamê hate kuştin.

Qaçaxçiya Madeyên Narkotîk li ser sînorê Sûrî û Urdunê dewam dike.

Şevê din komek çekdaran li çolistana parêzgehaz Siwêdayê hewl dan Madeyên Narkotîk derbasî xaka Urdunê bikin paşê bişînin welatên kendanê.

Leşkerên Parastina Sînor yên Urdunê rê li ber vê yek girt.

Di navbera leşkerên Urdunê û çekdaran şer derket.

Şer zêdetirî 10 seatan dewam kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encamê de 5 çekdar hatin kuştin û 15 jî hatin girtin.

Her wiha gelek Madeyên Narkotîk û çek jî hatin girtin.

Bargeha Koalisyona Navneteweyî li Hesekê rastî êrişekê hat

Aolziya di navbera Îran û Koalisyona Navneteweyî li Sûriyê kûrtir dibe.

Bargeha “Istîrahet El-Wezîr” a koalisyona Navnetweyî li Hesekê rastî êrişek bi dronan hate kirin.

Pergala Parastina Esmanî ya li bargehê êriş têk bir.

Di encamê de tu ziyan derneket.

Balafirên nenas li Dêrazorê cihên Îraniyan bombebaran kirin

Li hêlekî din vê sibê balafirên nenas êrişên parêzegeha Dêrazorê kirin.

Nuqte, Navend, erebe û gelek cihên din yên çekarên Îranê hatin armanckirin.

Hate ragihandin ku karwanê leşkerkî ku ji Iraqê derbasî Sûriyê bûye, hate bombebaran kirin.

Di encamê de 2 çekdarên Îranê ku nasnameya wan ne Sûrî ye birîndar bûn.

Tê gotin êriş ji aliyê koalisyona Navneteweyî pêk hat.

Li Derayê efserekî hikumeta Şamê hat kuştin

Li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de tevlihevî û aloziya ewlehiyê dewam dikin.

Li bajarê Îzrai yê parêzgeha Derayê çekdarên nenas êrişî hêzên hikumetê kirin.

Di encamê de, Efserekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Li Şamê dermansazek hate kuştin

Li bajarê Yebrûdê yê gundewarê Şamê dermansaza bi navê Meysûn El Seyd ji aliyê kesên nenas ve hat qetilkirin.

Li gorî çavkaniyên xwecih, Meysûn li dermanxaneya xwe bi kêran hat qetilkirin.

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê “SOHR”, di 2023’an de 212 sûc hatine kirin.

Di encamê de 242 kes ji wan (24 zarok, 52 jin û 166 mêr) hatin kuştin.

Li Başûrê Idlibê 2 çete birîndar bûn

Ne-aramî û aloziya li Idlibê jî berdewame.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bi obîsan gundê Fetîra yê Cebel El Zawiyê yê başûrê Idlibê topbaran kir.

Di topbaranê de 2 çeteyên “Ensar El Tewhîd” birîndar bûn.

Her wiha her du aliyan li gelek derberên herêma Bêçek navendên hev dan ber topan.

Back to top button