CENTCOM: Di sê mehan de li dijî DAIŞ’ê 94 operasyon pêk hatin e

Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand wan ji destpêka salê hata niha li Iraq û Sûrî 94 operasyon li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk anîne.

CENTCOM encamên operasyonên li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên ji destpêka salê heta niha bi daxwiyaniyekê eşkere kir.

Li gor wê di sê mehên destpêkê yên îsal de 94 operasyon li dijî çeteyên DAIŞê li Iraq û Sûriyê pêk hatine .

CENTCOM piştrast kir ku Operasyon bi hevkariya hêzên ewlekariya Iraqî û Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê hatine kirin.

66 operasyon li ser xaka Iraqê hatine encamdan û di wan operasyonan de 11 çete hatine girtin.

Di heman demê de hejmara operasyonên ku bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re hatin kirin gihişt 28 çalakiyan.

Di encamê de 7 çete hatin kuştin û 27 çete jî hatin girtin.

Hêjayî bi bîrxistiniyê ku zêdetirî 2 hezar û 500 çeteyên DAIŞ’ê hîn li Sûriye û Iraqê çalak in.

Back to top button