Êzidiyên Şengalê: Em bi fikir û felsefeya Rêber Apo têkoşîna xwe dimeşînin

Êzidiyên Şengalê Rêber Apo weke Rêberê gelên bindest û azadîxwaz binav kirin û bang li civaka Êzidî kirin ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têbikoşin.
Her wiha welatiyên herêma Raperînê jî anîn ziman ku mifteya çareseriya hemû pirsgirêkan Rêber Apo ye û gotin:
“Weke berxwedana ku li Bakurê Kurdistanê tê meşandin, divê li aliyên din yên Kurdistanê jî bê meşandin.

Êzidiyên Şengalê Rêber Apo weke Rêberê gelên bindest û azadîxwaz binav kirin û bang li civaka Êzidî kirin ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têbikoşin.

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê Ala Şengalî diyar kir ku wan beriya fermanê Rêber Apo nas nedikir, piştî fermanê naskirina wan ji Rêber Apo re çêbû.

Welatiyê bi navê Mirad Simoqî jî daxwaza azadiya Rêber Apo kir û got:

“Em bi fikir û felsefeya Rêber Apo têkoşîna xwe dimeşînin.

Rêber Apo ne tenê Rêberê civaka Êzidî û Kurdan e, rêberê hemû gelên bindest û azadîxwaz e.

Em ê bi têkoşîna xwe azadiya Rêber Apo misoger bikin.”

Emşê Gorgorkî: Di felsefeya Rêbertî de azadî heye

Endama Kordînasyona TAJÊ Dayê Emşê Gorgorkî jî anî ziman ku di felsefeya Rêber Apo de azadî heye û ev felsefe û fikir wan ji fermanê parast.

Şoreş Şengalî: Bi saya fikrê Rêber Apo em xwe bi xwe birêve dibin

Endamê Kordînasyona Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê Şoreş Şengalî jî diyar kir ku beriya fermanê Şengal di destê hizban de bû, lê ji dema fermanê heya niha bi saya fikrê Rêber Apo em xwe bi xwe birêve dibin.

Welatiyên Raperînê: Kilîta çareseriya pirsgirêkan Rêber Apo ye

Her wiha welatiyên herêma Raperînê jî têkildarî têkoşîna Rêber Apo ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û bandora wê ya li ser fikir û jiyana jinan axivîn.

Rênas Ehmed anî ziman ku weke berxwedana ku li Bakurê Kurdistanê tê meşandin, divê li aliyên din yên Kurdistanê jî helwesteke wêrek bê nîşandan û got:

“Mifteya çareseriya hemû pirsgirêkan Rêber Apo ye.

Divê netew fêm bikin ku gelê Kurd gelekê berxwedêre û tu carî teslîm nebûye.

Niha em dibînin ku li Bakurê Kurdistanê gel çawa xwedî li Rêber Apo derdikeve.”

Esmer Resûl: Bi saya Rêber Apo Kurd ji nû ve zindî bûn

Esmer Resûl jî destnîşan kir ku komployek ji bo gelê Kurd hatibû amadekirin ku Kurd ji nexşeya cîhanê bê jêbirin û wiha domand:

“Lê bi saya Rêber Apo Kurd jinûve zindî bûn û li dijî hemû hêzên cîhanê li ber xwe didin.

Wê her û her gelê Kurd di pêşengtiya Rêber Ocalan biserbikeve.

Bi saya fikir û felsefeya Rêber Ocalan îro jin azadin, ji bo maf û azadiya xwe û welatê xwe têdikoşin.”

Jinên Efrînê: Rojbûna Rêber Apo ji bo me hêvî ye

Back to top button