Parlamenterê Swîsreyî Jean Tschopp bertek nîşanî tecîda mutlaq ya Îmraliyê da û got:
“Ne çûyîna CPT ya Îmraliyê bi ti awahî nayê qebûl kirin.
Baş tê zanîn nabe ku însanek bi temam ji hemû cîhana derve re were îzolekirin û di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de were girtin, ev yek dermirovî ye.”
Rewşa mutleq a agahînestandina ji Rêber Apo ku ev 25 sal in di bin tecrîdeke giran de ye, ev 3 sal in berdewam dike.
Parêzer û hiqûqnas Jean Tschopp ê ji Partiya Sosyalîst a Federal a Swîsreyê ye têkildarî tecrîda li Îmraliyê û helwesta CPT’ê ji ANF’ê re axivî.
Jean Tschopp: Neçûna CPT’ê ya Îmraliyê fikara heyî zêdetir dike
Jean Tschopp got ku şert û mercên tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi tu awayî nayên qebûlkirin û ev yek anîn ziman:
“Bi rêya tecrîdê mafê hevdîtina parêzer û malbata Ocalan bi temamî tê astengkirin.
Baş tê zanîn ku nabe ku însanek bi temam ji hemû cîhana derve re were îzolekirin û di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de were girtin, ev yek dermirovî ye.”
Parlamenterê Swîsreyî Tschopp helwesta Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê CPT ya li hemberî tecrîda li Îmraliyê jî rexne kir û got:
“CPT’ê demekê beriya niha serdana hin girtîgehên li Tirkiyeyê kiriye lê belê neçûye Îmraliyê û çûna wê hatiye astengkirin. Ev rewş bi tu awayî nayê qebûlkirin û bi tu awayî hiqûqî nîne.
Dema ku mijar dibe Îmralî ev saziya serbixwe ku ji bo dabînkirina şert û mercên guncaw ên girtîgehan xwedî roleke girîng e, tê astengkirin û ev yek jî fikarên heyî zêdetir dike.”
Jean Tschopp: Divê Swîsre dest bi xebatan bike
Parlamenterê Swîsreyî Jean Tschopp got ku divê Swîsre ku endameke CPT’ê ye, li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan dest bi xebatan bike û ev tişt bilêv kir:
”Swîsre di serî de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê DMME têkildarî girtiyên Kurd xwedî maf e ku agahiyan werbigire ku ev mijar ji aliyê gelek saziyan ve hate rojevê.
Her wiha bi min hewce ye Swîsre berpirsiyarên xwe bîne bîra Tirkiyeyê.
Helbet biryarên DMME’yê ji bo şert û mercên hemû girtiyan derbasdar e.”