HRE encama rêze çalakiyên xwe yên li hember êrîşan eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê reze çalakiyên wan ên li hermer êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê daxuyaniyek dan û gotin:
“Li hember êrîşên dewleta Tirk rêze çalakiyên şervanên me didomin.
Di meha Adarê û Nîsanê de 8 çete hatin kuştin, 9 çete jî birîndar bûn.
2 wesayît û motorek hatin rûxandin.”

Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê reze çalakiyên wan ên li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê daxuyaniyek dan.

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kirin ku li hember êrîşên dewleta Tirk rêze çalakiyên şervanên wan didomin û gotin:

“Di roja 8’ê Adarê de 3 çeteyên dewleta tirk a dagirker di xeta navçeya Şera de xwe nêzî xetê temasê kirin.

Hêzên me bersiv dan û di encamê de 2 çete reviyan û çeteyek jî hat kuştin.

Di roja 12’ê Adarê de jî li xeta Ma’rê çalakiyek serdegirtinê hat lidarxistin, di encamê de 3 çeteyên dagirker birîndar bûn.

Di roja 20’ê Adarê de jî li bajarê Ezazê li ser bendekî çeteyên dagirker çalakiyek taybet hat lidarxistin, di encamê de çeteyek hat kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

Di roja 24’ê Adarê de li xeta Ezazê çalakiyek din a seregirtinê hat lidarxistin, di encamê de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

Dîsa di heman rojê de çalakiyek din ya taybet hat lidarxistin ku di encamê de wesayîtek û motorek hat îmhakirin.

Di roja 25’ê Adarê de li xeta Ezazê çalakiyek sekvanî hat lidarxistin, di encamê de çeteyek dagirker hat kuştin.”

HRE: Di encama çalakiyan de 8 çete hatin kuştin û 7 çete jî birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê anîn ziman ku di roja 1’ê Nîsanê de jî li xeta Ezazê hêzên wan çalakiyek sekvanî li dijî sekvanekî çeteyên dagirker lidar xistin, di encamê de çeteyek hat kuştin

Hêzên Rizgariyê li xeta şêra jî li dijî çeteyan operasyonek taybet li darxist û derbarê operasyonê de ev agahî da:

“Di roja 2’ê Nîsanê de jî li xeta Meryemînê ya navçeya Şera hêzên me çalakiyek taybet lidar xistin, di encamê de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn û wesayîtek hat rûxandin. “

Dîsa di xeta Ma’rê de çalakiyek sekvanî hat lidarxistin, di encamê de çeteyek dagirker hat kuştin.

Di dawî de Hêzên rizgariyê diyar kir ku bi giştî hêzên wan di vê mehê de 8 çete kuştin, 9 çete birîndarkirine û 2 wesayît û motorek jî hatiye rûxandin.

Back to top button