Ukrayna cara yekê hejmara windahiyên xwe eşkere kir

Di ser şerê Ukrayna û Rûsyayê de 2 sal derbas bûn.Di vî şerî de windahiyên zêde yên her du aliyan çêbûn.
Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy cara yekê hejmara windahiyên leşkerên Ukranî eşkere kir.
Zelenski ragihand ku şerê bi Rûsyayê re 31 hezar leşkerên Ukranî hatin kuştin.
Li aliyê din ji bo piştgirîdayîna Ukraynayê piraniya xwe Ewropî, lîderên 20 dewletan bi pêşengiya Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li Parîsê bicivin.

Ukrayna di şerê ku bi Rûsyayê re berdewam dike de cara yekê windahiyên xwe ragihand.

Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy ragihand ku di êrîşa Rûsyayê ya ku 2 sal berê dest pê kiribû de heta niha 31 hezar leşkerên wan mirine.

Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy di foruma “Sala 2024’an a Ûkraynayê” de axivî û got:

“Di vî şerî de 31 hezar leşkerên Ukraynayê hatin kuştin.

Ne 300 hezar, ne 150 hezar, ne jî derewên Pûtîn û derdora wî.

Lê her yek ji van windahî ji bo me fedakariyeke mezin e.”

Di şerê 2 salan de 31 hezar leşkerên Ukranî hatin kuştin

Lîderê Ukraynayê her wiha diyar kir ku planên li dijî êrîşan ku havînê dest pê kirin û bi ser neketin.

Zelenskiy hûrgulî li ser çawaniya bidestxistina planan parve nekir.

Lîderê Ukraynayê bi hinceta ku dê alîkariya plansaziya Rûsyayê bike, hejmara leşkerên birîndar û windabûyî eşkere nekir.

Li gorî îstixbarata Wezareta Parastinê ya Îngilîstanê, di nava 2 salên dawî de nêzî 350 hezar leşkerên Rûsyayê hatine kuştin û birîndarkirin.

Lîderên 20 dewletan ji bo piştgiriya Ukraynayê bicivin

Ji bo piştgirîdayîna Ukraynayê piraniya xwe Ewropî, lîderên 20 dewletan bi pêşengiya Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li Parîsê bicivin.

Lîderên Yekîtiya Ewropayê û serokwezîrê 15 welatan ku endamên yekîtiyê ne tevlî civînê bibin.

Emmanuel Macron li ser medya civakî daxuyanî da.

Macron hişyarî da Vladimîr Putîn û anî ziman ku piştriya Fransayê ku bo Ukraynayê dide dê lewaz nebe.

Her wiha Serokkomarê Fransayê Macron bang li Ewropayê kir ku li dijî Rûsyayê bikevin tevgerê.

Fransa, Almanya û Îtalya jî di nav de gelek welatan bi Ukraynayê re peymanên ewlehiyê yên dualî îmze kirin.

Lê belê Yekîtiya Ewropayê ya ku ji destpêka şer û vir ve 28 milyar euro alîkariya leşkerî pêşkêşî dike, di bicihanîna erkên xwe de bi taybetî di mijara şandina mûşekan de zehmetiyan dikişîne.

Şerê Rûsya û Ukraynayê 2 sal li pey xwe hişt

Back to top button