Bi hezaran koçber li ser sînorê Polonya û Belarûsê asê mane

Mijara koçberên li ser sînorên Polonya û Belarûsê bûye rojeva cîhanê. Niha bi hezaran koçber bi rojan e li ser sînorê di navbera Polonya û Belarûsê de asê mane. Di nava wan de gelek Kurdên ji Başûrê Kurdistanê jî hene. Yekîtiya Ewrûpa, NATO û Amerîka rêveberiya Belarûsê bi wê yekê sûcdar dikin ku koçberan weke navgîna gefê bi kar tîne. 

Piraniya wan ji Iraq û Efxanistanê, derdora 4 hezar koçber ji Belarûsê berê xwe dan sînorê Polonyayê.

Hikûmeta Warsaw (Warso) ku vê yekê weke tevgereke dijqanûnî binav dike sînorên xwe bi temamî girtine.

Di encama helwesta van herdû dewletan de tenê zerar li koçberan dibe.

Bi rojan e di nava sir û seqemê de li navarastê ne.

Û di berdêla ku derbasî nava axa Polonyayê bibin bi her zor û zehmetiyê razî ne.

Lê di rewşa heyî de diyar e ku ev hêvî û bendewariya wan wê bi hêsanî pêk neyê.

Lewma Wezareta Parastinê ya Polonyayê ragihand ku hêzên artêş û polîsan hewldana derbasbûnê asteng kir.

Berdevkê hikûmetê Piotr Müller jî diyar kir vê gavê derdora 4 hezar koçberên ji Iraq û Efxanistanê li herêma sînor kamp vedane û got:

Tîmên taybet ên Belarûsê bi zanebûn berê koçberan didin welatê me. Rojên pêş dibe ku ev tevger zêdetir bibe.

Têkildarî mijarê, Yekîtiya Ewrûpa, NATO û Amerîka jî Belarûsê bi wê yekê tawanbar kirin ku koçberan weke navgîna gefê bikar tîne.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewrûpa Ursula von der Leyen, bang li serokê Belarûsyayê Lukaşenko kir ku dest ji van siyasetên xwe berde û got:

Divê welatên endamên Yekîtiyê zêdekirina cezayên li dijî Belarûsê erê bikin.

NATO jî diyar kir ku Belarûs koçberan weke zexta siyasî ya li dijî Ewrûpayê bikar tîne û got, ew ê rê nedin vê yekê.

Back to top button