Hizbullah girêdayî Îsraîlê balafireke bê mirov xist

Şer û pevçûnên di navbera Hizbullah û Îsraîlê de li axa Lubnanê didome.
Hizbûllah balafirê bê mirov a Îsraîlê ku ketibû axa Lubnanê bi moşekan hedef girt.
Moşeka ewil ji hêla Îsraîlê ve hat ruxandin lê balafira bê mirov ya duyemîn a Îsraîlê kete xwarê.
Her wiha artêşa Îsraîlê li eyaleta Baalbek a li rojhilatê Lubnanê li dijî hin hedefan êrîşa hewayî pêk anî.

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê balafireke bê mirov a Îsraîlê ketiye nav axa Lubnanê.

Li dijî balafirê bê mirov moşekek hatiye avêtin û Îsraîl bi pergala xwe yê parastina hewayî moşekê rûxandiye.

Ji ber vê yekê li heremê pîşesaziyê ya Alan Tavor a bakurê Îsraîlê rewşeke awarte hatiye ragihandin.

Balafira bêmirov a Îsraîlî ku bû hedefa fuzeya duyemîn a li dijî balafiran piştî demeke kin, ket nava axa Libnanê.

Artêşa Îsraîlî amaje bi wê yekê kir ku ew ê bi berdewamî çalakiyên xwe yên asmanî li ser xaka Lubnanê li hember gefên Hizbullahê biparêzin.

Ji aliyê din ve Hizbullahê derbarê balafira bêmirov a ku li ser sînorê Îsraîlê li başûrê Lubnanê hat xistin de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li herêma Tufah ya Lubnanê bi fuzeya bejahiyê balafira hewayî ya tîpa Elbeit Hermes-450 a Îsraîlê hat xistin.

Li ser hesabê medyaya civakî ya televizyona “Al Mayadeen” a ku bi nêzîkbûna xwe ya ji Hîzbullahê re tê naskirin, dîmenên balafira keşfê ya ku ket xwarê hatin parvekirin.

Artêşa Îsraîlê li Lubnanê hedefên Hizbûllahê xist

Li aliyê din hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê li eyaleta Baalbek a li rojhilatê Lubnanê li dijî hin hedefan êrîşa hewayî pêk anî.

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, balafirên artêşê li hundirê Lubnanê li dijî hedefên Hîzbullahê êrîşeke hewayî pêk anîn.

Di nûçeyên di çapemeniya Lubnanê de hat ragihandin ku Îsraîlê li Baalbekê li hin embaran xistiye û li cihê êrîşê wêraneke mezin rû daye.

Di dîmenên ku piştî êrîşê hatin weşandin de tê dîtin ku depoyên ku hatine hedefgirtin bi temamî hatine rûxandin û gelek wesayîtên li herêmê jî zirareke mezin dîtine.

Her wiha hat diyarkirin ku di êrîşê de kuştî û birîndar hene.

Hêj Hîzbullahê derbarê êrîşê de ti daxuyanî nedaye.

Artêşa Îsraîlê ji 8’ê Cotmeha sala 2023’yan vir ve cara yekem e ku piştî şer û pevçûnên bi Hizbullahê re li parêzgeha Baalbek a ser bi Hizbullahê ku dikeve rojhilatê vî welatî li ser sînorê Sûriyê, hedefan dixin.

Lubnan berdêla şerê di navbera Îsraîl û Hizbullah dide

Back to top button